PeyamaKurd - Li paytexta Belçîka Brukselê, ji ber sedemeke ku hîna bi fermî nehatiye eşkere kirin, hemû geştên trênê yên ketin û derketina bajêr hatin rawestandin. Ev biryar bû sedema qerebalixiyeke mezin û rawestana trafîka navneteweyî.
Piştî rawestandina geştan, Îstasyona Midi ya Brukselê ku bajêr bi xetên trênên bilez ve bi Brîtanya û Fransayê ve girê dide hat valakirin. Hejmareke zêde ya tîmên polîsan sewqî îstasyonê hatin kirin daku ewlehiyê biparêzin. Li gorî zanyariyên ewil ên di çapemeniya Belçîkayê de cih girtine, tê îdiakirin ku îstasyon ji ber "pakêteke gumanbar" hatiye valakirin, lê heta niha ji aliyê rayedaran ve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Rawestandina trafîka trênê ne tenê li Brukselê, lê bandoreke giştî li ser sefereyên navneteweyî yên mîna Eurostar û Thalysê jî kir. Rêwiyên ku dixwestin biçin London an Parîsê li îstasyonê asê man. Polîsên Belçîkayê li derdora îstasyonê tedbîrên tund ên ewlehiyê girtine û lêkolînên li ser sedema rûdanê berdewam dikin. Tê çaverêkirin ku piştî dabînkirina ewlehiyê, geşt careke din dest pê bikin.