PeyamaKurd - Li Girava Cavayê ya Endonezyayê di meha remezanê de ji bo xelk rabin paşîvê dê balafirên şer nizm bifirin û wezîfeya daholê bibînin.
Balafirên Hêzên Esmanî yên Endonezyayê di meha remezanê de ji bo hişyarkirina welatiyan rêbazeke balkêş tê bikaranin. Li gorî wê yekê di meha remezanê de ji bo xelk rabin paşîvê balafirên şer nizm difirin û wezîfeya daholê bibînin.
Indonesian Air Force to fly jet fighters to wake people for 'sahur'https://t.co/5tU8M1UCQq pic.twitter.com/Okm96dlWix
— The Star (@staronline) 10 Mayıs 2019
Berdevkê Balafirên Hêzên Esmanî yên Endonezyayê Sous Yauris daxuyaniyek da û diyar kir ku rakirina xelkê beriya îmsakê zehmet e. Yaouris “Zehmet e ku welatî beriya îmsakê hişyar bibin. Pîlotên me dê ji nizm ve bifirin da ku xelk rabin paşîvê. Pîlotên me yên bi rojî piştî saet 10an naxebitin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin