Li Çînê hejmara nexwesên vîrûsa korona daket bin 10 hezar kesan

Li Çînê hejmara nexwesên vîrûsa korona daket bin 10 hezar kesan

PeyamaKurd - Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê ragihand ku hejmara nexweşên vîrusa korona Covid-19 li nexweşxaneyan daketîye bin 10 hezar kesan.

Heta niha li temamê Çînê li ser 80,860 kesan vîrusa korona hatibû tespît kirin.

Li gorî amarên Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê ji wan 67,749 kes ji nexweşîyê rizgar bûne û ji nexweşxaneyê derketine, 3,123 kesan jîyana xwe ji dest dane.

Herwiha dermankirina 9,898 kesan didome û ji wan rewşa 3,032 kesan giran e.

Vîrusa korona ku di meha Kanûna 2019an de li bajarê Wuhan ê Çînê derketibû, niha li seranserê dinyayê li bêhtirî 145 welatan belav bûye û hejmara miriyên ji wê vîrûsê jî 6 hezar kesan derbas kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin