Li Çînê karesata herifîna kana komirê: 90 mirî

Li Çînê karesata herifîna kana komirê: 90 mirî

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li parêzgeha Şanşiyê ya ku dikeve bakurê Çînê, di encama teqîneke mezin a li kana komirê de bi kêmî 90 karkeran jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Xinhuayê, ev teqîna ku ji ber kombûna gaza metanê rû daye, îro serê sibê li navçeya Çînyûenê ya ser bi parêzgeha Çangciyê qewimiye.

Di dema rûdana vê karesatê de bi giştî 247 karker li ser karê xwe bûn. Hate zanîn ku teqînê bi bandoreke mezin li wê beşê kiriye ku bi kêmî 90 kes mirine û hejmarek zêde jî di bin kanê de mane. Li gorî zanyariyan hîn 38 karkerên nehatine rizgarkirin.