PeyamaKurd – Li welatê Çînê ku vîrusa koronayê ji bajarê Wuhanê belavî hemû dinyayê bûye, pêla diduyan a vîrusê dest pê kir.
Li gorî zanyariyan têkiliya bajarê Çînê Jilin ku bêhtirî 4 milyon serjimariya wê heye, ji derve re hatiye qutkirin û hemû çûnûhatin hatiye qedexekirin.
Herwiha li wî bajarî hemû dam û dezgehên fermî, kerta taybet, cafe, restoran, sînema, salonên sporê û gelek kargehên din hatine girtin.
Li gorî medyayê Çînê biryara îzolekirina bajarê Jilin bi sedema hevsînorbûna Rûsya û Koreya Bakur wekî parastina ji belavbûna koronayê wergirtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin