PeyamaKurd – Li welatê Çînê ku vîrusa koronaya nû (Covid-19) derket û li seranserê dinyayê belav bû, niha jî vîruseke din derket.
Hat ragihandin ku li eyaleta Yunnan a Çînê kesekî rêwîtiya bi otobusê dikir, ji ber vîrusa hantayê can daye û 32 kesên din jî ji ber hantavîrusê xistine qerentîneyê.
Li gorî medya Çînê di kesê ku bi otobûsê ji Yunnanê diçî Shandongê û can dabû de, di encama testan de hantavîrus derketiye û ji ber wê jî 32 rêwiyên din ên di otobûsê de xistine qerentîneyê.
Hantavirus çi ye?
Hantavîrus bi gezkirina ajalên wekî mişkan derbasî mirovan dibe û nîşaneyên wê jî wekî vîrusa koronayê kela laş, serêş, bêhalî û êşa bedenê ye.
Hantavîrus ji însanan derbasî însanan nabe, lê belê heger mirov destê xwe bidin îdrar û alavên ajalên wekî mişkan û piştre destê xwe bigihînin dev, poz û çavên xwe bi vîrusê enfekte dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin