PeyamaKurd – Li Komara Daxistanê 6 çekdarên girêdayî DAIŞê ku amadehiya çalakiyên terorî dikirin, hatin kuştin.
Li gorî medya rûsî, hêzên ewlehiya Daxistanê li bajarên Hasavyurt û Goksuvê yên Komara Daxistanê, 6 terorîstên ser bi DAIŞê li hatin kuştin.
Dema ku hêzên emnî xwestin wan terorîstên DAIŞê desteser bike, di navbera aliyan de pevçûneke çekdarî derket û di encama wê pevçunê de jî 6 çekdar hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku têkiliya wan çekdaran bi DAIŞê re hebûya û amadehiya êrîşên çekdarî dikirin ku hêzên emnî û nûnerên olî kiribûn armanc ji xwe re.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin