Li Derayê rejîmê û çekdaran li hev nekir: Topbaran dîsa dest pê kir

Li Derayê rejîmê û çekdaran li hev nekir: Topbaran dîsa dest pê kir

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku danûstandinên li Der’ayê yên navbera rejîma Şamê û Komîteyên Navendî yên komên çekdaran bi ser neketin û piştî lihevkirin çênebû topbarana rejîmê ji nû ve dest pê kiriye.

SOHRê diyar kiriye ku şanda Şamê xwestiye ala Sûriyê ya fermî li jor mizgefta El-Umerî hilde û Der’ayê bi temamî kontrol bike, herwiha ji çekdaran xwestiye kes an jî aliyên li dijî dewletê sirgûn bikin yan wan teslîm bikin.

Komîteya Navendî ya li Horanê jî ji aliyê xwe ve sepandina leşkeriya neçarî li ser ciwanên Der’ayî red kiriye û dixwazin leşkeriya wan tenê di tûgaya 8an de be.

Her du alî ji ber van sedeman negihaştin ti şêweyê lihevkirinê û guftûgo ji bo îro hatin bipaşxistin.

SOHRê ragihand, piştî derketina şanda Sûrî topbaran dest pê kiriye, gule bi çekên giran û sivik bi ser xelkê de hatine barandin û Wezîrê Berevaniya rejîma Sûriyê jî gefa rûxandina Der’ayê xwariye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin