PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê milîsên çekdar ên Îranê rastî êrîşeke DAIŞê hatine û 4 kes ji wan hatine kuştin.
Li gorî SOHRê çekdarên DAIŞê dema dewriyeya milîsên îranî ya li ser rêya gundewarên Palmîra û Dêrazorê êrîş kirine û di encamê de ji koma Iraq Seîd Al-Shuhadaa ya bi ser Îranê ve 4 kes hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.
SOHRê herwiha ragihandiye ku ji destpêka sala 2022yan ve di encama êrîş û operasyonên leşkerî de li çoltera Sûriyê 195 kes hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin