PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di nav 24 saetên borî de 71 terorîstên DAIŞê li dorûbera Dêrazorê kuştine.
Navenda Ragihandinê ya HSD di daxuyaniya xwe de got, hêzên me hejmarek ji xalên nû kontrol kirine û di encama şerê 24 saetên borî de, 71 terorîstên DAIŞê li gundewarê Dêrazorê, û derdora bajarokê Hecînê hatine kuştin.
HSD da xuyakirin ku hêzên wan li Hecînê dest danîne ser embareke teqemenî û çekên DAIŞê..
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin