PeyamaKurd - Ji ber teqîna mayînekê ya dema terorîstan li gundê Selo li derdora rojhilatê Dêrazorê herî kêm 12 zarok birîndar bûn.
Hat ragihandin ku ev mayîna di dema lîstika zarokan de li gundê Seloyê teqiya û bû sedema birîndarbûna 12 zarokan ku ew birin nexweşxana Dêrazorê.
Serbijîşkê nexweşxanê Xalib Betah diyar kir ku rewşa du zarokan xedar e.
Terorîstên DAIŞê dema dagîrkirina bajarê Dêrazorê û gundên wê cihên gelêrî, makîne motorsîklet û heta alavên lîstika zarokan kiribûn telekên teqandinê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin