Li Dêrsimê 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan

Li Dêrsimê 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd - Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê ragihand, ku li tîm a jendirme ya ku ji operasyonê vedigeriyan berf hatiye û di encama qerisandinê de 2 eskeran jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ku li parêzgeha Dêrsimê li nevçeya Nazimiyeyê li derdora taxa Saribudakê agahiyeke em xemgîn kir, hat. Tîm a jendirme ya ku ji operasyonê vedigeriyan bo bêhnvedanekê demekê wext bihurandine, di wî wextî de berf li wan hatiye û di encamê de 2 esker qerisîn û jiyana xwe ji dest dan.

Wezaretê da zanîn ku bo veguhastina termên wan xebat tê plankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin