PeyamaKurd – Li aliyekî şerê Îranê û Îsraîl-DYAyê dewam dike lê vê carê di Derya Reş de di nav ava Rûsya de li tankêrekî bandrola wê Yûnanistane xistin.
Şîrketa ku tanker pê ve giredayiye ya bi navê Maran Tankers Management ragihand ku li lîmana Novorossiysk ya Rûsyayê li termînala Caspian Pipeline Consortiumê ji bo petrola Kazakistanê bar bike, tanker rawestiyabû. Lê cismekî ku nehat zanîn bê çiye, li tankêra Yûnanistanê ya bi navê "Maran Homer" ê xist.
Hat gotin ku muretebat di ewlehiyê de ne û ji ber tankêr barkirî nebûye, ji bo der û dorê talûka wê nîne. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku tanker ji lîmana Novorossiyskê çûye.
Wezîrê siyaseta giravan û deryavaniyê yê Yûnanistanê Vasilis Kikilias di televizyona dewletê ya ERTê de ragihand ku Yûnanistan ji bo ewlehiya seyr û sefera navdewletî de bi endîşe ye.