Li Diyalayê ISÎDê êrîsek kir: 5 lesker hatin kustin

Li Diyalayê ISÎDê êrîsek kir: 5 lesker hatin kustin

Li Iraqê li bajarê Diyalayê, IŞÎDê xefkek li ber leşkerên Iraqê veda û di encamê de 5 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Hêzên parastinê yên Iraqê ragihandin ku IŞÎDê leşkerên Iraqê xistine kemînekê de. Kemîn li nêzîkî Baregeha Karkuş ya Leşkerî hatiye vedan ku herêm bi qasî 55 kîlometreyan nêzîkî navenda Diyala Bakubayê ye. Di vî şerê de 2 serbaz tevde 5 leşker hatin kuştin.

Hat ragihandin ku çeteyên IŞÎDê, berî ku leşkerên Iraqê xwe bigihînin herêmê, revîne û ji herêmê dûr ketine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin