Li Dohayê hevdîtinên teknîkî yên navbera Amerîka û Îranê dest pê kirin

Li Dohayê hevdîtinên teknîkî yên navbera Amerîka û Îranê dest pê kirin

PeyamaKurd - Li gorî nûçeyên ku kanalên Al Jazeera û CNNê belav kirine, li Dohayê danûstandinên teknîkî yên di navbera Amerîka û Îranê de dest pê kirin.

Di nûçeyan de hat tekez kirin ku di navbera berpirsên bilind ên Amerîkî û Îranî de tu hevdîtineke rû bi rû pêknaye û danûstandin bi awayekî nerasterast tên birêvebirin. Hat eşkere kirin ku li Dohayê herî kêm sê komên xebatê li ser pirsên teknîkî kar dikin ku raste rast balê dikişînin ser sê mijarên krîtîk: bernameya atomî, dîplomasî, û her weha fînansekirin û vegerandina perêyên Îranê yên ku hatibûn cemidandin daku li ser van xalan rêkeftineke nû bê tomarkirin.

Li aliyê din hat ragihandin ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner, tevî ku raste rast beşdarî van hevdîtinên teknîkî nabin, duh li Dohayê ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bîn Ebdurehman Al Sanî civiyan.

Ev tevgera dîplomatîk nîşan dide ku Washington di bin çavdêriya nûnerên nêzîkî Trump de proseyê dişopîne da ku daxwazên lîsteyî yên di nav nivîsa fermî ya rêkeftina nû de cih bigirin û pêşî li her cûre herifîna pêvajoyê bê girtin.