Li Düzce kesê karkerên demsale yên Kurd tehdît kir hat girtin

Li Düzce kesê karkerên demsale yên Kurd tehdît kir hat girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Düzce li navça Gümüşova karkerên demsale yên ji Mêrdînê çûbûn wê derê, kesekî di destê wî de bi alavekî birekî karkeran tehdîd kir. Lê hêzên asayîşê wî zilamî girtin.

Parêzgeha Düzce ragihand ku ew kes alkolê vexwariye û ji 7 sûcan qeydiya wî heye, tewrê wî ne li dijî nasnameya karkeran bûye û bûyerekî kitane bûye. Parêzgehê got ku kesê bi kêrê karkerên demsale yên ji Mêrdînê çûne wê derê tehdîd kir hatiye, girtine û piştî wî şandine dadgehê û dadgeh wî şandiye zîndanê.