PeyamaKurd- Li bajarê Surabaya yê Endonezyayê li dijî navenda polîsan êrîşeke bombeyî pêk hat. Di encamê de 7 kes hatin kuştin.
Li bajarê Surabaya yê Endonezyayê du terorîst bi motosîkletê hatin ber deriyê navenda polîsan û bombeyên li ser xwe teqandin. Di encama teqînê de heta niha 7 kes mirine.
Berdevkê Ewlehiya Cavaya Rojhilatê Frasn Barung Mangera di derbarê bûyerê de daxuyanîyek da û got li ser rêya Sikatan li dijî navenda polîsan êrîşeke bombeyî pêk hatiye û li gorî agahiyên pêşî 7 kes mirine.
Duh jî li Surabaya 3 êrîşên cuda pêk hatibûn û 13 kes hatibûn kuştin û 41 kes jî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin