PeyamaKurd - Li Enqerê paytexta Tirkiyê 213 xebatkarên tendirustiyê bi koronayê ketine ku ji wan 31 kes bijîşkên pispor in.
Li gorî daneyên Odeya Bijîşkên Enqerê (ATO) heta niha 213 karmendên tendirustiyê bi koronayê nifşê nû ( Covid-19) ketine.
Ji van kesên ku tûşî koronayê bûn 31 kes bijîşkên pispor in, 28 întorn, 24 bijîşkên malbatî û 22 perestar û 4 diransaz û kesek jî dermanfiroş e.
Li gorî Wezareta Tendirusriya Tirkiyê, li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê îro ji ber nexweşîna Covid-19ê di nav 24 saetên dawiyê de 59 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara miriyan niha gihiştiye 3 hezar 520 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin