Li eyaleta Georgiya ya Amerîkayê, Demokrat bi ser ketin

Li eyaleta Georgiya ya Amerîkayê, Demokrat bi ser ketin

PeyamaKurd- Li gorî encamên ne fermî, di hilbijartinên gera duyem ên li eyaleta Georgia ya Amerîkayê de Demokratan piraniyê bi dest xistiye.

Li gorî nûçeya ji aliyê Associated Press (AP) ve hatin weşandin, Senatorê Demokrat Raphael Warnock, di gera duyemîn de li hember dijberê xwe yê Komarparêz, Herschel Walker bi ser ketiye.

Piştî ku di hilbijartinên navdemê yên ku di 8ê Mijdarê de li eyaleta Georgia ya Amerîkî hatin lidarxistin, yek ji namzedên senatoriyê negihîştibû ji %50yî. Bi vî awayî jî hat diyarkirin ku di Senatoyê de 51 Demokrat û 49 Komarî jî bi ser ketine.

Ji aliyê din ve Serokê Amerîkayê Joe Biden jî piştî serdana xwe ya Arizonayê ji bo rojnamevanan axivî û got, "Em ê Gurcistanê bi dest bixin."

Joe Biden, piştî ragihandina encaman jî bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Senator Warnock kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin