PeyamaKurd – Di çarçoveya bernameya hevbeş ya leşkerî ya Siûdiye û Amerîkayê de, li eyaleta Yenbe ya Siûdiyê tetbîqata hevbeş hat kirin.
Li gor çapemeniya Siûdiyê da zanîn, di çarçoveya bernameya hevbeş a leşkerî ya Siûdiye û Amerîkayê de, bi beşdariya hêzên deryayî yên wan her du welatan, tetbîqateke hevbeş a leşkerî hatiye lidarxistin.
Herwiha çapemeniya Siûdî eşkere kir, tetbîqat li eyaleta Yenbe ya Siûdiyê hatiye lidarxistin û armanc ji vê tetbîqata han bihêztirkirina hevbeşî û hemahengiya navbera her du aliya ne ji bo cihbicihkirina projeyên hevbeş.
Herwiha hat ragihandin ku ev tetbîqata han her du salan carekê tê lidarxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin