PeyamaKurd - Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi awayekî neçaverêkirî tetbîqata perwerdehiyê ya Firqeya 82yemîn a Hewayî, ku yek ji yekîneyên herî elît ên artêşê ye, betal kir.
Ev firqe, bi hejmara 4,000 heta 5,000 leşkeran, xwedî şiyana wê yekê ye ku di nav 18 demjimêran de li her deverê cîhanê bikeve dewrê.
Betalkirina vê tetbîqatê û fermana manê ya leşkeran li baregeha xwe ya li Karolînaya Bakur, li Pentagonê bûye sedema spekulasyonên ku DYA dibe ku ji bo operasyonek leşkerî ya li Rojhilata Navîn amadekariyên dawî dike.
Her çend Qesra Spî û Pentagon ji bo parastina ewlehiya operasyonel hûrgiliyan parve nekin jî, pisporên leşkerî balê dikişînin ser vê yekê ku "Hêza Bersiva Bilez" bi gelemperî di krîzên giran de tê bikaranîn.
Di vê çarçoveyê de, îhtîmala dagirkirina balafirgehan, xurtkirina balyozxaneyên Amerîkî yan jî rêvebirina valakirinên awarte wekî mîsyonên mihtemel ên vê yekîneyê têne dîtin.
Serok Donald Trump di daxuyaniyên xwe de şandina leşkerên bejayî ne red kiriye, ku ev yek jî pirsên derbarê hedefên stratejîk ên li Îranê xurt dike.
Analîstên leşkerî îşaret bi wê dikin ku eger operasyonek bejayî bê destpêkirin, yek ji hedefên stratejîk ên herî girîng Girava Harg e.
Ji ber ku nêzîkî %90ê hinardekirina petrola Îranê ji vê giravê derbas dibe, kontrolkirina wê dê bibe derbeyeke giran li aboriya Îranê.
Lêbelê, pispor hişyarî didin ku her cure gava bejayî ya li ser axa Îranê dikare rîskên ewlehiyê yên pir mezin bîne holê.
Di vê navberê de, hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn bi şandina zêdetirî 50,000 leşkeran gihîştiye asta herî bilind. Li gel bombebaranên hûr-nîşan (precision strikes) ên bi bombeyên 2,000 poundî li dijî tesîsên mûşekî yên bin erdê, Pentagon amadebûna xwe ya cebilxaneyî jî piştrast dike.
Rewş nîşan dide ku her çend şer heta niha bi giranî di asta asmanî de be jî, amadekariyên leşkerî yên li ser erdê bi lez û bez pêşve diçin.