Li Filîpînê balafira lesker tê de bûn ket xwarê: Gelek mirî hene

Li Filîpînê balafira lesker tê de bûn ket xwarê: Gelek mirî hene

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Filîpînê balafireke 85 leşker tê de bûn ket xwarê.

Li gorî ragihandina ajansên cîhanî, li herêma Sulu dema dixwest dakeve Girava Joloyê ketiye xwarê û 85 leşkerên filîpînî di balafirê de hebûn.

Hat diyarkirin ku 40 kes hatine rizgarkirin û herî kêm 17 kesên di balafirê de jî can dane.

General Cirilito Sobejana ji AFPê re ragihandiye ku balafira ketiya cûreya wê C-130 ye û heta niha 40 kes ji bin enqaza balafirê hatine rizgarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin