Li Finlandiyayê, hikûmeta nû hat avakirin

Li Finlandiyayê, hikûmeta nû hat avakirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada siyasî ya Finlandiyayê hatin ragihandin, Serokomarê Finlandiyayê Sauli Niinisto, hikûmeta nû bi serokatiya Petteri Orpo yê serokê Partiya Hevbendiya Niştimanî tayîn kir.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, hikûmeta ku bi serokatiya Petteri Orpo hat damezirandin, ji 19 wezîran pêk tê.

Hat destnîşankirin ku di hikûmeta nû de ji Partiya Koalîsyona Neteweyî 8, ji Partiya Finlandiyayên Rast 7, ji Partiya Gel a Swêdê 4 û ji Partiya Demokratên Xiristiyan 4 ango bi giştî 19 wezîr cih digirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku di çarçoveya tayînkirinê de Serokê Partiya Finlandiyayên Rast Riikka Purra, wekî Wezîrê Darayî hat tayînkirin.

Hat zanîn ku Seroka Partiya Demokratên Xiristiyan Sari Essayah wekî Wezîra Çandinî û Daristanan, Seroka Partiya Gel a Swêdê Anna-Maja Henriksson jî wekî Wezîra Edaletê hat hilbijartin.

Li gorî hat ragihandin, Elina Valtonen bû Wezîra Karên Derve û Antti Hakkanen jî bû Wezîrê Parastinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin