Li Hatayê 7 kes di qeza trafîkê de birîndar bûn

Li Hatayê 7 kes di qeza trafîkê de birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê li navça Kırıkhanê ajotvan desthilata otomobîla xwe wenda kir û otomobîl ket jêr û li darekî ket. Di qezayê de 7 kes birîndar bûn.

Dema tîmên tenduristiyê gihan ciyê qezayê, her 7 birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê. Li ser qezayê polîs lêpirsîn da destpêkirin.

Navên birîndaran û rewşa wan jiyanî nehat ragihandin.