PeyamaKurd - Li bajarê Galkayo yê Somaliyê li pêşiya Fermandariya Bejayî êrişeke xwekujî pêk hat. Di encama êrişê de 5 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê artêşa Somaliyê Abdi Ahmed di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: “Êrişkarekî xwekuj li taxa Garsoor a herêma Mudug a bajarê Galkayoyê li pêşiya Fermandariya Bejayî bombeya ser xwe teqand.”
Abdi Ahmed di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li gor zanyariyên destpêkê, hêzên Fermandariya Bejayî jî di nav de 5 kesan canê xwe ji dest da û 6 jî birîndar bûn.”
Rêxistina terorîst a Eş-Şebab daxuyaniyek li ser malpera ‘Somali Memo’ weşand berpirsyariya êrişa xwekujî girte ser xwe. Li gor îdîaya rêxistinê, di êrişa xwekujî de fermandarê pile bilind Abdi Abdullah Mehmûd jî canê xwe ji dest daye.
Fermandariya Bejayî ji bo sazkirina ewlehî û aramiya navbera qebileyên herêma Mudugê hatibû avakirin û herî kêm ji 100 leşkerî pêk dihat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin