PeyamaKurd- Îro serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ragihandibû ku li Idlibê 3 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane. Xebereka dinê niha car din ket ser çapemeniyê û ew xeber ji aliyê perêzgerê Hatayê de, ji aliyê Rahmi Doğan de hat ragihandin. Doğan weha got:
“Li Idlibê ji aliyê hêzên rejîmê de hêzên artêşa Tirkiyê rastî êrîşeka hewayî hatine û di encamê de 22 leşkerên me jiyana xwe ji dest dane. Li nexweşxaneyan bo birîndarên me çi pêdiviya me bi xwînê nîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin