PeyamaKurd- Li bajarê Idliba bi ser Sûriyê de, dema leşkerên Tirkiyê dewriye digeriyan, pêl mayînekî ku berê di bin erdê de hatibû danîn kirin û di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn. Ragihandin ji aliyê serokê navenda ku terefan lihev tînin ya Rûsyayê, ji aliyê Oleg Juravlyov de hat ragihandin. Ragihandina ku di civîna çapemeniyê de hat kirin weha ye:
“Di 24 ê adarê li herêma Idlibê li nêzî gundê Sfuhonê, dewriya Tirkiyê di dema ku derbas dibû, mayînekî ku ji aliyê terorîstan ve hatibûn bicîhkirin teqiya. Di encamê de 2 alavên zirxî zerarê dîn û 2 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.”
Juravlyov got ku li deverên ne di bin kotrola Tirkiyê de ne, li wan deveran Cephet El Nusra 7 care ku êrîş dike ser sîvîlan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin