PeyamaKurd - Li Îdliba bajarê Sûriyeyê wesayîta bombebarkirî hat teqandin, di encama teqînê da li gor tesbîtên ewil 2 sivîl hatin kuştin, 50 sivîl jî birîndar bûn.
Mistefa Hecî Yusifê Midûrê Parastina Sivîlan a Îdlibê (Komsipî) daxuyanî da û diyar kir ku li navenda bajêr wesayîta bombebarkirî înfilaq kir.
Yusif got, "Di encama teqînê de li gor tesbîtên ewil 2 sivîl hatin kuştin, 50 sivîl jî birîndar bûn."
Hat destnîşankirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyên li der û dorê, di teqînê da zirar li gelek xanî, wesayît û avahiyan ket.
Hetanî vê gavê tu kesî berpirsyariya teqînê hilnedaye ser xwe.
Meha borî li Îdlibê li pêşiya nexweşxaneyekê teqîn çêbibû, di teqînê de 12 kes hatibûn kuştin û 25 kes jî birîndar bibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin