PeyamaKurd - Navenda Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku rejîmê di nava 16 rojan de 58 girtî darve kir.
Navenda Mafên Mirovan a Îranê (IHRS) têkildarî binpêkirina mafên mirovan a li Îranê ya navbera 23-30’ê Tîrmehê bultena heftane weşand.
Di raporê de hate ragihandin ku sibeha 28’ê Tîrmehê Abolfazl Sepahi Badjani û Amir Hossein Safari Hosseinabadi ji aliyê rejîma Îranê ve li Îsfahanê hate darvekirin.
Raporê bal kişand ser greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Qizilhesarê ya 16 rojan ku zêdeyî hezar û 500 girtî tevlî bûn û diyar kir ku greva birçîbûnê piştî hevdîtina bi rayedarên girtîgehê û meqamên dadgeriyê re bi dawî bû.
Li gorî daneyên IHRS’ê, Tîrmeha 2026’an tenê di nava 16 rojan de li girtîgehên cuda yên Îranê herî kêm 58 mehkûm hatine darvekirin.