PeyamaKurd – Hat ragihandin ku pêşengekî olî yê Zerdeştiyên Îranê piştî ji Amerîkayê vegeriyaye tevî du hevalên xwe ji aliyê hin kesên nenas ve hatin kuştin.
Malpera Emordad a peyrewên Zerdeştiyên Îranê ragihandiye ku Mewbid Areş Kesrewî ligel du dostên xwe winda bûne û xizmên wan polîs derbarê vê bûyerê de agahdar kirine.
Polîsê Îranê piştî sê rojan termê her sê kesan li bajarê Mehan a parêzgeha Kirman a başûrê rojhilatê Îranê dîtine ku hîn sedema kuştina wan hersê kesan diyar nebûye.
Areş Kesrewî sala borî ji bo beşdarbûna merasîma xakspartina bavê xwe serdana Îranê kiribû û bi armanca karûbarê mîrata bavê xwe li Kirmanê îqamet dikir.
Areş Kesrewî sala 1967 ji dayîk bûye û 10 sal berî niha ligel malbata xwe koçî Kalîforniyaya Amerîkayê kiribû. Li gor serjimêriya sala 2016ê ya Rêxistina Tomara Rewşa Kesêtî ya Îranê, hejmara Zerdeştiyan li wî welatî nêzîka 23 hezar kes e. Hejmara peyrewên vê olê dema Komara Îslamî ya Îranê hat ser kar zêdeyî 60 hezar kes bû.
Ola Zerdeştî yek ji wan olan e ku di yasaya bingehîn a Îranê de bi fermî hatiye naskirin. Li Parlamentoya Îranê kursiyekî wan ê kota heye. Lê peyrewên vê olê dibêjin, ji wê paşguhxistin û guşarên ser xwe herdem nerazî bûn û li saziyên hikûmî nayên damezirandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin