Şêx Seîd û rêhevalên wî li Diyarbekirê hatin bîranîn

Şêx Seîd û rêhevalên wî li Diyarbekirê hatin bîranîn

PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekirê bi boneya 101emîn salvegera îdamkirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî, li Navenda Komeleya Şêx Seîd bernameyeke bîranînê hat lidarxistin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ku bi beşdariya xizmên Şêx Seîd, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî pêk hat de, banga rûbirûbûna dîrokê û eşkerekirina cihê goran hat kirin.

Serokê Komeleya Şêx Seîd û neviyê Şêx Seîd, Mehmet Kasim Firat, bal kişand ser girîngiya aştî û rûbirûbûna paşerojê û got, "Aştî ji bo her kesî hewce ye. Divê em hemû xwedî li aştiyê derkevin. Eger dewlet dixwaze aştiyê ava bike, divê destpêkê bi dîroka xwe re rûbirû bibe û cihê gorên me ji me re bêje."

Firat destnîşan kir ku pergala sala 1925an li ser bingeha yekperestî û înkarê hatibû avakirin û Şêx Seîd û hevalên wî ev yek qebûl nekirin û got ku pergala îro jî cenaze û goran ji malbatan vedişêre.

Fırat diyar kir ku pergala li ser bingeha înkarkirina kurdan berdewam nabe û ji ber wê, ji bo avakirina aştiyeke mayînde pêwîste şert û mercên hiqûqî û mirovî bên pêkanîn.