Li Iraqê 2 xwepêsander hatin kustin

Li Iraqê 2 xwepêsander hatin kustin

PeyamaKurd - Li bajarê Meysan ê Iraqê 2 xwepêşanderên beşdarî xwepêşandanên dijî hikûmetê bûn, hatin kuştin.

Li gorî ragihandina polîsên Meysanê, kesên çekdar ên nasnameya wan nediyar li nêzîkî herêma Pîşesaziyê ya Amarayê gule berdan xwepêşanderên bi navê Ebdulqudis Qasim û Kerrar Adil.

Kujerên herdu xwepêşanderan ji cihê bûyerê reviyan.

Di xwepêşandanên li Iraqê yên li dijî hikûmetê de ku ji meha cotmehê ve dest pê kirine heya niha, xwepêşander tên kuştin û rastî îşkenceyan tên.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin