Li Iraqê xwepêsadêr hukumetê tehdîd kirin

Li Iraqê xwepêsadêr hukumetê tehdîd kirin

PeyamaKurd- Li Iraqê xwepêşandan dewam dikin. Îro jî li Wasit, Zikar û Basrayê xwepêşandan dewam kirin û xwestin ku hukumet heya roja duşemê daxwazên wan bicîh bînin. Eger heya roja duşemê daxwazên wan neynin cîh, wê agirê xwepêşandanê gurtir bikin.

Di nav xwestekên wan de avakirina hukumeteka ji teknokratan heye ku divê di bin serokatiya serokwezîrekî serbixwe de be, çêkirina hilbijartina pêşwext û kesên ku xwepêşandanan de kesan kuştine bên darizandin hene.

Xwepêşandêr bi awayeka nivîskî peyamê ragihandin lê ne diyare bê ji aliyê kîjan grûbê de hatiye belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin