PeyamaKurd – Bi sedema baranê û rabûna lehiyê li bajarê Îstenbolê ders û ezmûnên di dawiya heftê de tên kirin hatin betal kirin. Biryar ji aliyê parêzgeha bajarê Îstenbolê de hat dayîn.
Dibistan û dezgeyên ku ders û ezmûnên wan yên roja Şemî û Yekşemê hene û betal kirine, di nav wan de navendên zanistî û hunerê, dersên li navendên Perwerda Gel de tên dayîn yên rû bi rû, kursên destekê û gihandinê û ezmûnên ku li navendên e-sinavê tên kirin, navberê dane wan.
Biryara navbera ezmûn û dersên dawiya heftê bi sedema baran, lehî û bobelatan hat dayîn. Parêzgehê ragihand ku bi taybetî li 5 navçeyên Îstenbolê bende ne ku barana zêde bibare ku ew jî Arnavutköy, Eyüp, Sarıyer, Beykoz û Şile ne.