PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Uskudarê di pastaxaneyekî de du grûbên ku di navbera wan de pirsgirêk hebûn hatin cem hev. Dema hatin cem hev di navbera wan de pevçûn derket û bi çekan li hev xistin.
Li gor ragihandina parêzgeha Îstenbolê; di pevçûnê de 3 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn ku rewşa 2 kes ji wana xedar e. Birîndar li nexweşxanan tên dermankirin. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin