PeyamaKurd – Di hilbijartinên Japonya de ku di bin bandora sûîqesta serokwezîrê berê Şînzo Abe de hatin kirin, partiya deshilatdar (Partiya Lîberal Demokrat) bi ser ket.
Li gorî nûçeya ajansa japonî Kyodo Newsê partiya Serokwezîr Kişida Fumio û hevpeymana wî Komeito, ji 125 kursiyan 70 bi dest xistin.
Herwiha di parlamonteya 248 kursiyan de jî cara yekem Partiya Lîberal Demokrat bi ser ket û 166 kursî bi dest xistin.
Kişida piştî ragihandina encamên nefermî diyar kir ku ev hilbijartin xwedî wateyeke mezin e û ji bo Şînzo Abe jî dûa kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin