PeyamaKurd – Li Kabûla paytexta Afganistanê di navbera hêzên Talîbanê û rêxistina terorîst DAIŞê de şer derket.
Berdevkê Talîbanê û Cîgirê Wezîrê Kulturê Zabîhullah Mucahîd ragihand ku li herêma 17 ya polîsan li Kabûlê, operasyonek li dijî çekdarên DAIŞê hatiye kirin û di navbera wan de şer derketiye.
Zabîhullah got ku stargeha DAIŞîyan di operasyonê de hatiye ruxandin û endamên DAIŞê yên li wir jî hatine kuştin.
Li gorî şahidên bûyerê jî şeva borî di navbera Talîban û DAIŞê de li Kabûlê pevçûneke çekdarî çêbûye û dengê teqînan hatiye bihîstin.
Şeva borî jî li ber mizgefta Eidgah a Kabûlê teqînek çêbûbû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin