PeyamaKurd - Li bajarê Kîlîsê ya Tirkiyê, polîsan di du wesayetên gumanbar de 11 koçberên kaçax û du kesên kaçaxçîtiya koçberan dikin girtin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Kîlîsê, li bajêr operasyonên bo girtina koçberên kaçax berdewam dikin. Di çarçoveya wan operasyonan de, li navenda bajêr û li Taxa Hurrîyetê di rawestandina du wesayetan de, 3 ji wan zarok, 11 kesên bi rêyên kaçax ketine nav Tirkiyê hatin girtin.
Hêzên ewlehiyê koçberên kaçax radestî Rêveberiya Koçberan ya Kîlîsê kirin. Şoferekî desteserkirî yê ji Sûriyê, piştî îfadeyê serbest hat berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin