Li Kolombiya balafir ket: Stranbêjê navdar jî tê de 6 kes mirin

Dîroka Weşanê :
Li Kolombiya balafir ket: Stranbêjê navdar jî tê de 6 kes mirin

PeyamaKurd- Li herêma Boyaca ya Kolombiyayê, di encama ketina balafireke piçûk de 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Di nav kesên ku mirine de hunermendê navdar ê Kolombiyayî Yeison Jimenez jî heye.

Balafir di rêya Medellînê de ket

Li gorî daxuyaniya Saziya Hewavaniyê ya Sivîl a Kolombiyayê, balafira bi koda tescîlê N325FA, dema ku ber bi bajarê Medellînê ve difiriya, li herêma Duitamayê ket xwarê. Piştî bûyerê tîmên rizgarkirinê û lêkolînê sewqî cihê qezayê hatin kirin û lêpirsînek berfireh li ser sedema ketina balafirê hate destpêkirin.

Nasnameyên qurbaniyan hatin eşkere kirin

Rayedaran nasnameyên kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin. Hat ragihandin ku pîlot Hernando Torres û rêwiyên bi navê Juan Manuel Rodriguez, Oscar Marin, Jefferson Osorio û Weisman Mora ligel stranbêj Yeison Jimenez di qezayê de mirine. Wezîra Veguhastinê Fernanda Rojas jî da zanîn ku derbarê sedema qezayê de lêkolînên teknîkî berdewam dikin.