PeyamaKurd- Li Kolombiyayê li devera ku desthilatiya FARCê lê heye, ya bi navê Guaviare, di êrîşa bombeyî de 2 leşker mirin û 1 jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê hinek endamên FARCê yên ku peymana navbera rêxistinê û dewletê qebûl nakin de hatiye kirin. Li gor çapemeniyê; li gundên herêma San Jose del Guaviare, di dema ku leşker kontrola arazî dikirin de êrîş çêbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin