PeyamaKurd – Li Kongreya Amerîkî, 41 endaman bi nameyekê ji Wezîrê Karên Derve yên Amerîkayê Antony Blinken re daxwaz kirin, da ku balafirên F-16 nefiroşin Tirkiyê.
Tirkiye di berdêla 1.4 milyar dolarî de ku ji bo kirîna balafirên F-35an dabû, daxwaz kiribû ku 40 balafirên nû yên F-16 bistîne. Li ser vê yekê 41 endamên Kongreya Amerîkayê, nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re nivîsandin û daxwaz kirin ku F-16 neyên firotin.
Nameyek bi pêşengiya Endamên Kongreyê yên Demokratan Chris Pappas, Carolyn Maloney û Komariyan Gus Bilirkis hat amade kirin û tê de hat ragihandin, ji ber ku Tirkiye ji Rûsyayê sîstemên S-400 kirîne cezayên CAATSA bi ser Tirkiyê de hatine sepandin, ji bernameya F35an hatiye derxistin û firotina F-16an bo Tirkiyê dê derbarê siyaseta Amerîkayê de bibe sedema gumanê û di heman demê de rîsk e.
Di nameyê de endamên Kongreyê hişyariya Blinken a derbarê sizayên zêde yên li dijî Tirkiyê hate bibîrxistin û balê dikişînin ser wê yekê ku tevî van hemûyan jî helwesta Serokkomarê Tirkiyê Erdogan nehatiye guhertin.
Beriya niha jî 11 endamên Kongreya Amerîkî ji Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezîrê Karên Derve Antony Blînken re peyamek şandibûn û bang kiribûn ku balafirên F-16an nefiroşin Tirkiyê. Herwiha Konseya Rêbertiyê ya Amerîkan a Helenik (HALC), Komîteya Cihû ya Amerîkan (AJC) û rêxistinên Ermenî, Hind û Kurdan jî piştgiriya wan dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin