PeyamaKurd – Di kampa herî mezin ya Fîlîstîniyan ya bi navê Ain Al Hilweh ku li Lubnanê ye, di navbera hereketa El Fetih û grûbên din de pevçûn derket. Di encamê de 6 kes mirin û 20 kes birîndar bûn. Heya niha di kampê de, di pevçûnan de 12 kes mirine û 120 kes birîndar bûne.
Pevçûna di kampê de, ji 7ê Êlûnê heya niha car caran dewam dike û dibe sedema kuştin û birîndariyan. Cara yekem pevçûn di 29ê meha Temmûzê de çêbûbû.
Li Lubnanê 12 kampên Fîlîstîniyan hene, li dora 400 hezar koçber dijîn û kampa herî mezin Ain Al Hilweh e ku tê de 54 hezar kes dijîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin