PeyamaKurd – Li payîtexta Îspanyayê li Madrîdê di apartmanekî de teqînek çêbû û di encamê de 17 kes birîndar bûn. Di avahiyê de nûhkirin dihat kirin lê sedema teqînê nehat zanîn.
Şaredarê Madridê Jose Luis Martinez Almeida ragihand ku di teqînê de 17 kes birîndar bûne û ji birîndaran rewşa yekî xedare. Almeida got ku tîmên îtfaiyê xebatên xwe dikin da bizanibin bê di avahiyê de mirovên din hene an na.
Berdevkê Xizmeta Lazgîn yê Madridê Gema Martin jî got ku avahiya ku tê de teqîn çêbûye, nêzî wê dibistan heye, avahiya dibistanê ji teqînê zerarê nediye û ne hewceye ku zarokan ji dibistanê tehliye bikin.
Rêvebir ragihandin ku nêzî ciyê bûyerê nexweşxana seyyar danîne û 6 kesan li wê derê derman kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin