PeyamaKurd - Li navçeya Akhîsarê ya parêzgeha Manîsayê ya Tirkiyeyê, li ser otobana Stenbol-Orhangazî-Îzmîrê, di encama qezaya tir û otobusa rêwiyan de bîlançoyeke giran derket holê.
Di qezayê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser xeta ber bi Îzmîrê di derdora taxa Ballîcayê de çêbû, di encama qezayê de otobusa rêwiyan wergeriya û tir jî ji rê derket.
Piştî agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên agahdarî, îtfaiye û cendermeyên trafîkê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Birîndarên qezayê bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyên derdorê hatin kirin û ji bo dermankirinê xistin bin çavdêriyê. Li ser bûyerê lêpirsîneke berfireh hate destpêkirin.