PeyamaKurd- Li Meksîkayê li eyaleta Sînaloayê di navbera rêxistinên çeteyan de pevçûn derket û di encamê de 15 kes hatin kuştin.
Pevçûn di navbera rêxistinên çeteyên adî yên bi navên "El Mayo" û "El Rûso" de derket. Sedema pevçûnê rant û xeraca herêmê ye. Li ciyê bûyerê polîs lêpirsînê kir û gelek sîlihên giran û fişekên vala bidest xist.
Li Meksîkayê li seranserê welat di sala 2018 an de 35 hezar û 964 kes hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin