Li Misrê falektekî mezin qewimî: 16 kes mirin û 28 kes birîndarin

Li Misrê falektekî mezin qewimî: 16 kes mirin û 28 kes birîndarin

PeyamaKurd – Li welatê Misrê li bajarê Sînayê di encama wergerîna otobusekî de 16 kes mirin û 28 kes birîndar bûn.

Qeza ber destê siba çêbû. Li gor ragihandina wezareta Tenduristiyê û Nûfûsê; qeza li ser rêya Dahab-Nuveybe çê bûye. Di pey qezayê de 20 ambûlansan bi tîmên tenduristiyê û pêwendîdar re şandine ciyê qezayê.

Birîndaran bi ambûlansan şandine nexweşxanên li der û dora ciyê qezayê. Rayedar rewşa birîndaran dişopînin.