Di lehiya Hewlêrê de 2 kes mirin, zirareke mezin çêbû

Di lehiya Hewlêrê de 2 kes mirin, zirareke mezin çêbû

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonî de ligel Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw rewşa lehiya ku bi şev li Hewlêrê rabû, şopand. Di pêwendiyê de zirarên canî û madî yên ku gihîştine welatiyan bi berfirehî hatin gotûbêjkirin û Serokê Herêmê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw da xuyakirin ku li gel pêşbîniya barîna 30 mîlîmetreyan, tenê di nava 2 demjimêran de nêzîkî 80 mîlîmetre baran bariyaye û ev yek bûye sedema rabûna lehiyekê ku piraniya bajar, bi taybetî rojhilatê Hewlêrê û derdora Cadeya 150 Metrî girtiye bin avê.

Xoşnaw diyar kir ku di lehiyê de bi sedan otomobîl di bin avê de mane, gelek dikan û mal zirar dîtine û mirina 2 kesan hatiye piştrastkirin ku yek ji wan ciwanekî 28 salî bi navê Mihemed Resûl bû dema xwestiye kesekî din rizgar bike xeniqiye, yê din jî zarokekî 5 salî yê bi navê Mistefa Serkewt bûye.

Ji ber bilindbûna rêjeya ava rûbaran a gihîştî 12 hezar û 400 NTUyê, Birêvebiriya Avê ragihand ku stasyonên parzûnkirinê bi demkî hatine rawestandin. Her wiha ji ber xirabiya rewşê, li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Helebce û Kerkûkê îro perwerde hate rawestandin û bêhnvedana fermî hat ragihandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku divê saziyên peywendîdar û parêzgarî bi lez bi hawara mexdûran ve biçin û hemû hevkariyên pêwîst ji bo parastina welatiyan û rakirina şopên lehiyê werin peydakirin.