Li Moskowê êrîseke balafirên bêmirov!

Li Moskowê êrîseke balafirên bêmirov!

PeyamaKurd Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, Ukraynayê hewl daye bi balafirên bêmirov (ÎHA) êrîşî herêma Moskowê bike.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: "Îro danê sibê hewldana rejima Kîevê ya ku bi 5 balefirên bêfirokevan êrîşî hedefên li herêma Moskow û Novaya (Nû) Moskowê bike, hat pûçkirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 4 ji wan balafirên bêmirov ji aliyê sîstema berevaniya hewayî ya Rûsyayê ve hatine îmhakirin, 1 ji wan bi rêya elektronîk hatiye astengkirin û ketiye herêmê û di bûyerê de ti ziyan çênebûne.

Ji aliyê din ve Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin ragihand, ji ber hewldana êrîşa bi balafirên bê mirov li Balafirgeha Navneteweyî ya Vnukovo ya li paytext Moskowayê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin.

Sobyanin diyar kir, hin seferên ku li balafirgehê daketin, ber bi balafirgehên din ve hatin veguhestin û got, ji saet 08:00 û vir ve balafirgeh vegeriya rewşa asayî ya xebatê.

Wekî din, li gorî nûçeya APê, hate destnîşankirin ku Kîevê bi giştî xwe ji şîrovekirina êrîşên li ser axa Rûsyayê dûr dixe, têkildarî êrîşa bi dronê ti daxuyaniyên soz û înkarê nedaye.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin