PeyamaKurd- Li Iraqê li bajarê Mûsilê erebeya ku xwendevavan dibir, di dema ku di rê de bû, teqemeniya ku di rê de hatibû bicîkirin teqiya û di encamê de 4 xwendevan mirin û 6 jî birîndar bûn.
Zabitekî di artêşa Iraqê de ku li bajarê Mûsilê dixebite ragihand ku bûyer li başûrê Mûsilê li nahiya Eş Şûrayê çêbûye. Zabit cebûrî ragihand ku ew li ser DEAŞê bêhtir radiwestin û dibe qewimandin ji aliyê wan de çêbûbe.
Hucreyên DEAŞê yên razayî an yên li benda fermanan sekinîne hene û dema wan tê, bi fermana mezinên xwe dikevin nava tevgerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin