PeyamaKurd - Li başûrê bajarê Mûsilê şer û pevçûn di navbera eşîran de derket.
Hate ragihandin ku îro Sêşemê li başûrê Mûsilê, ji ber pirsgirêk û nakokiyên navbera eşîran, şer di navbera eşîrên ereb de rû da ku 4 kes di encamê de hatin kuştin.
Çavkaniyeke ewlekariyê ji medya Iraqê re ragihandiye ku ew pirsgirêk kevne û şer û pevçûn li gundê Nedas qewimiye.
Hêjayî gotinê ye, li Iraqê şer û pevçûn û nakokiyên eşîrî her diçe zêde dibe. Ji ber wê sedemê jî piraniya eşîretan xwedî çekdar û çekên sivik û giran in û rêzê ji yasayan re nagrin. Li aliyê din hikûmeta Iraqê ji vê rewşê re xemsar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin